1
Em dê dilşad bin, ku we dostên xwe yên
hêja jî di vê roja me ya xweş de bibinin.
2
Di nav vê emrê ku tê û dibore de, me ji
bo xwe rûpeleke nû vekiriye. Di merasim
û dîlana mehr û nikaha me de xuyan û
dîtina we dê kêfxweşiyê bide me.
3
Dilaramî encax bi daberkirin û
parvekirinê zede dibe. Em bi hêvî ne ku
hûn jî vê aramiyê digel me parve û
zêdetir bikin.
4
Em gelekî dilşad in ku di destpêka
jiyaneke nû de we hêjayan di nava
xwe de dibînin.
5
Jiyan vîn û evînek e, ku meriv hemû
xweşikî û delaliyên wê bibine û parve
bike. Em jî dixwazin kêfxweşî û
kamraniya xwe bi we re daber bikin,
û berhêvî ne ku hûn rûmetê bidin
dawet û dîlana me.
6
Me biryara xwe ya rastirîn a jiyanê daye
û em dibêjin “ErÊ!”… Û li bendê ne ku
hûn dostên ezîz bibin dîdevan û
şadidên me.
7
Me hev dîtin û dilen me kelijîn hev.
Di bihara jiyanê de me dest dan
hev û soz da hevrêtiyekê. Em bi hêvî
ne ku hûn jî di vê roja me ya geş de
bi me re bin.
8
Em dixwazin hetahetayê bi hev re bi
dilxweşî bijîn û di vê roja ku em ê bibêjin
ERÊ de ku heke we jî li nik xwe bibînin,
em ê pir aramyar bibin.
9
Heke ku em we dost û hevalên delal û
hêja di vê roja ku em ê gava dahatûyeke
xweş biavêjin de bibînin, em ê zehf
dilşad û spasdar bibin.
10
Dema em ji bo xweşiya bi umrekî
şanenaviyê dikin, hûn jî li cem me bin,
em ê gelekî kêfxweş û spasdar bibin.
11
Em bawer dikin ku şadî çi qas bêne parvekirin
ew qas geştir û bi rûmet dibin... Lawê me
"Abdulkadir" û keça me "Şükran" ê biryar dane
ku ji vir pêde jiyana xwe bi hev re derbas bikin,
em jî dixwazin ku hûn heval û hogirên me ên
hêja jî di vê roja wan a dilşad de bi wan re bin,
şadîya wan û me bi tevlêbûna xwe zêdetir
bikin."
12
Ku heke em we heval û dostên
xwe ên hêja jî di vê roja me ya
xweş de bibînin, em ê
kêfxweş û bextewar bibin.
13
Werin em bibin yek dil
Bila xelas bibin êş û kûl
Stranên biratiyê bibêjin
Her dem wek şalûl û bilbil!..
14
Jiyan wekî riyakê ye. Em dixwazin
ji îro û pê ve jiyana xwe bkin yek û
di vê rê de bi hev re bimeşin
Di vê roja xweş ya Gurgê û Deryayê
de bi beşdarbûna we em dê bextewar
15
Di emrê me de çün hemû demsal
Me êş û jan dîtin ji hev dijwar
Em dildar û evîndarên ne dilşa
Bendewarên azadiya niştiman
16
Dibé Azadî Jiyan e
Dibé Zewicandin
Parekirinekê Demdiréj e
17
Em dî jîyana xwe da pêngavekê pîroz
dîavêjîn bî avêtîna vê Pêngavêra em gelekî
kêyfxweşîn Em dîxwazîn vê kêyfxweşiya xwe bi
dost û hevalên xwêra jî parvebîkîn. Bî hatîna we
emê gelek şad û bextewar bibin
18
Jiyan mîna çemekî diherike.
Meşa bi hev re jîyanê watedartir dike.
Ji bo jîneke hevpar me dest daye hev.
Hûn jî kerem kin govenda me.
19
Em ê dilşad û şanaz bibin ku we heval û hogirên hêja di deweta xwe de bibînin.
20
Di roja daweta me de, beşdarîya we heval û hogirên birûmet, dilşadîya me ye.
21
Me soz û peyman daye hev ku di rojên baş û xirab de bi hev re bin û jîyanê bi hev re bijîn. Em we jî di vê roja me ya xweş de bibînin, em ê pir kêfxweş bibin.
22
Di vê roja me ya dilşad û bextewer de, bi tevlibûna we heval û hogirên hêja, em dê kêfxweş û serbilind bibin.